Îranê bihayê şer bilind kirîye:Tramp rêyekê ji bo derketina ji şer digere: Sêrgêy Mînasyan

Li gorî cîgirê rêveberê înstîtuta Kafkasîyayê û zanyarê siyasî Sergey Minasyan, êrîşên hewayî yên dawî yên Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê li dijî Îranê dikarin wek “yek ji têkçûnên herî cidî yên nirxandina stratêjîk û îstîxbaratê” bên hesibandin. Hevpeyvîna bi Factor TV ê re, ewî rêça pevçûnê, encamên wê û bandora wê ya gengaz li ser herêma Başûrê Kafkasîyayê analîz kirîye.
Li gorî zanyarê sîyasî, armanca destpêkê ya opêrasîyona leşkerî ji êrîşên mûşekî pir zêdetir bûye.Ew li ser hilweşandina tevahî ya êlîta desthilatdar ya Îranê bûye.
Mînasyan destnîşan kirîye ku “Armancên ku ji hêla him Îsrayêlê û him jî Dewletên Yekbûyî ve hatine danîn ew bûn ku hewil bidin ku bi êrîşên hewayî yên pir bihêz, bi sûdwergirtina ji avantaja têknîkî ya mutleq, rejîma Îranê bi tevahî hilweşînin û êlîta olî-leşkerî ya ku 47 sal in Îranê desthilatdar dike biguhêrînin”.
Mînasyan tekez dike ku Îranê bi jêhatîyî lewheyên xwe yên “astengkirina asîmêtrîk”- devtenga Hormuzê, şîyanên mûşek û dron-bikar anîye da ku lêçûna şer ji bo dijmin zêde bike. Ev yek serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp neçar kirîye ku li rêyan ji rewşa heyî bigere.
Zanyarê sîyasî gotîye: “Eşkere ye ku serok Tramp hewil dide stratêjîyeke derketinê bibîne, ango derfetên derketina ji vî şerî di vê qonaxê de”.
Minasyan behsa bandora potênsîyal ya şer li ser Başûrê Kafkasîyayê kirîye û destnîşan kirîye ku welatên herêmê, di nav de Ermenîstanê, Adirbêcanê û Tirkîyayê hewil didin ku nekevin nav şêr. Li gorî wî, rojeva aştîyê di vê çarçoveyê de roleke pir girîng lîstîye.
Li gorî Mînasyan, zêdebûna şer dibe ku bandorê li çarenûsa projeyên sereke yên herêmî jî bike, wek projeya “Rêya Tramp”, ji ber ku pêkanîna wan raste-rast bi pêşveçûna têkiliyên di navbera Îranê û Dewletên Yekbûyî ve girêdayî ye.
Mînasyan her wiha tekez kirîye ku Amêrîka hewil dide ne tenê hevalbendên NATO ê, lê di heman demê de hêzên mezin yên asyayî-Çînistanê û Hindistanê, ku girêdayîbûna wan ya ênêrjîyê ya cidî bi herêma kendava Farisî heye-tevlî koalîsîyona dijî-Îranê bike.
Li gorî zanyarê sîyasî, ev rewşa jêopolîtîk ya tevlîhev ji bo Dewletên Yekbûyî rewşeke bêçare diefirîne, ku wê neçar bimîne ku yan ber bi alozîyeke xeternaktir ve biçe, yan jî li çareserîyên lihevkirinê bigere, bi berçavgirtina aramîya neçaverêkirî ya ku ji hêla Îranê ve hatîye nîşandan.







