H’emû nûçeSereke

Wezîreta pêşmerga: di encama êrîşeke mûşekî ya Îranê de 6 pêşmerge şehîd bûne

Wezîreta pêşmerga ragîhandîye, di encama du êrîşên mûşekî yên Îranê de li sînorê Soranê, 6 pêşmerge şehîd bûne û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Wezîreta pêşmerga ya hukumeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de eşkere kirîye, berbanga 24 ê adara sala 2026 a, bi 6 mûşekên balîstîk yên Îranê du êrîşên cuda li ser baregehên pêşmerga hatine kirin.

Li gorî daxuyanîyê, mûşekên Îranê baregeha firqeya 7 a ya peyade  û hêzeke firqeya 5 a ya peyade li sînorê devera Soranê kirine armanc. Di encama van êrîşan de, 6 pêşmerge şehîd bûne û 30 pêşmerge birîndar bûne.

Wezîreta pêşmerga ev êrîş bi tundî şermezar kirîye û wek “çalakîyeke têrorîstî” li dijî Herêma Kurdistanê pênase kirîye. Wezîretê di daxuyanîya xwe de tekezî li ser mafê parastina rewa kirîye û gotîye: “Mafê me yê tam heye ku em rûbirûyê her destdirêjîyekê bibin ku li ser gel û axa me tê kirin”.

Daxuyanîyê de hatîye dîyarkirin, wana bi tu awayekî çeverê nedikir ku bi vî rengî ya “namerdane” bersiva helwesta aşîtîyane ya Herêma Kurdistanê bê dayîn, “lê temenê zulm û nehaqîyê kurt e û vîna aşîtîyê wê ser bikeve”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button