SerekeSîyasî

Bryûsêl bi berdewamîya xeta sîyasî ya Yêrêvanê ya ber bi Yekîtîya Avropayê ve eleqedar e: pisporê bêlçîkî

Li Bryûsêlê, Ermenîstan wek hevaltîke dêmokratîk tê dîtin û pêşvebirina dêmokrasîyê yek ji rêwerzên girîng yên sîyaseta der ya Yekîtîya Avropayê ye: girîng e ku biryarên ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve ji bo kûrkirina têkilîyên bi Yekîtîya Avropaye re hatine girtin, bên bicîhanîn.

Hevpeyvîna bi peyamnêrê «Armenpress» ê re, rêveberê projeya analîtîk û têkilîyên giştî ya li Bryûsêlê “Cîhana dîplomatîk”, pispor Albêrto Tûrkstra, nêrîneke wisa anîye ziman, asta heyî ya têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û pêrspêktîvên avropî yên Yêrêvanê nirxandîye.

Pispor tekez kirîye ku “Bryûsêlê ev rêça nû ya Ermenîstanê, di warê nêzîkbûna nêzîktir bi Yekîtîya Avropayê re, bi awayekî pir erênî pêşwazî kirîye. Ev bi gelemperî di heman mantîqê de ye ku me di doza Ûkraînayê, Moldovayê û Gurcistanê de dîtîye. Niha, şert û merc jî pir guncaw xuya dikin”.

Ewî bi bîr xistîye ku Yekîtîya Avropayê jî hewil da ku di pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de rola navbeynkar bilîze, dema ku serokê konsêya Avropayê  Şarl Mîşêl çend caran li Bryûsêlê mazûvanîya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv kirîye.

“Mixabin, van civînan pêşketina ku dihat hêvîkirin bi dest nexistine. Di dawîyê de, bi beşdarîya Dewletên Yekbûyî, bi peymana Waşîngtonê ya 8 ê tebaxa sala 2025 a, hin pêşketin çêbûn. Digel vê yekê, ez bawer dikim ku ev gaveke girîng e ber bi aşîtîya herêmî ya mayînde piştî zêdetirî 30 salan pevçûnan. Û ev, bê guman, ji berjewendîyên Yekîtîya Avropayê jî derdikeve holê”,- Albêrto Tûrkstra gotîye.

Li gorî pênaseya wî, heger em nirxandineke giştî bidin, em dikarin bibêjin ku niha têkiliyên Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê di qonaxek pir çalak de ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button