
Dadgeha temyîzê ya Haagê jineke holandî bi tohmeta 4 tawanên ku li Sûryayê û welatên din kirine, darizand û ew ceza kirîye.
Tawanên wê jinê endamtîya rêxistina têrorê ya DAIŞ ê, amadekarî ji bo tawanên têrorê, bi zanebûn hiştina zarokê xwe yê biçûk di rewşeke bêçare de û kolekirina jineke êzîdî ne.
Dadgehê 9 sal cezayê girtîgehê li wê jinê birî û biryar da ku tazmînat ji bo jina kurd ya êzidî bê dayîn.
Jina bi navê Hasna ya 34 salî sala 2015 a li gel kurê xwe yê biçûk ji bajarê Ênşêdê berê xwe dabû Sûryayê da ku li “xîlafetê” bijî.
Li wir bi çekdarekî DAIŞ ê re zewicîye û malbat ava kirîye.
Ew 4 salan li gel malbata xwe li herêma şer jîyaye.
Piştî ku sala 2019 a derbazî qampan bûye, sala 2022 a Holandîyayê ew ji qampa Rojê ya Rojavayê Kurdistanê vegerandine welêt.
Kolêtîya li dijî mirovahîyê
Ewê jinê dema li Sûryayê bûye, jineke kurd ya êzidî ya ku ji alîyê DAIŞ ê ve hatibû revandin, nêzîkî mehekê wek kole bi kar anîye.
Ewê jinê ferman dida jina kurd ya êzidî da ku karên malê bike.
Dadgehê piştrast kirîye ku ev tawan “koletî” ye û tawana li dijî mirovahîyê ye.
Zarok di rewşeke bêçare de hîştîye
Ji ber ku wê jinê 4 salan kurê xwe yê biçûk li herêma şer ya DAIŞ ê hiştibû, kurê wê rûbirûyî gelek metirsîyan bûbû.
Dadgeha temyîzê dîyar kirîye ku wê bi vê helwesta xwe zarokê xwe di rewşeke bêçare de hiştîye.
Cezayê wê kêm bûye
Sala 2024 a dadgeheke herêmî 10 sal ceza li wê jinê birîbû.
Him dozgerîyê û hem jî jinikê li dijî biryarê serî li dadgeha bilind daye.
Dozgerîyê dîsa daxwaza 10 salan kiribû lê dadgehê ji ber ku di derbarê jinikê de hinek raporên “kêmbûna berpirsyarîyê” hebûn, ceza daxist 9 salan.
Li alîyê din, dadgehê berevajî dadgeha pêşîn biryar da ku 15 hezar yûro tazmînat bidin jina kurd ya êzidî ya ku wek kole hatibû bikaranîn.







