Piştgirîya Yekîtîya Avropayê bi tevahî 143 mîlyon yûro tê plankirin

Hukumetê pêşnûmeya fermana serokkomarê Komara Ermenîstanê “Li ser pejirandina peymana fînansê ya di navbera Komara Ermenîstanê û komîsyona avropî de ji bo “Peymana piştgirîya byûcêyê ya pirsêktorî” pejirandîye.Peyman piştgirîya Yekîtîya Avropayê bi tevahî 143 mîlyon yûro pêşbînî dike, ku wê di navbera salên 2026-2028 a de ji bo pêşveçûna Ermenîstanê bê bikar anîn.
Pakêta darayî ji du pêkhateyan pêk tê: 90 mîlyon yûro piştgirîya raste-rast ya byûcêyê û 53 mîlyon yûro alîkarîya têknîkî ji bo avakirina kapasîteya sazîyan.
Ev fond bi taybetî bi şêweyê alîkarîyan têne peyda kirin û warên sereke yên piştgirîyê ev in: rêvebirina darayîya giştî, cihêrengkirina hinardekirinê, dîyaloga serbestberdana vîzayê, serwêrîya qanûnê û her weha kar û tevlêbûna civakî.Wergirtina para fînansmanê ya her sale wê raste-rast bi kalîte û pêkanîna di wextê xwe de ya 34 çalakîyên hedefgirtî ve girêdayî be.







