SerekeSîyasî

Sargîs Xandanyan wek serokê mîsyona çavdêrîya hilbijartinê ya navneteweyî li Macaristanê hatîye kifşkirin

Serokê komîtêya daîmî ya têkilîyên parlamênta Ermenîstanêye karên der  Sargîs Xandanya, ji alîyê serokê demkî yê  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê ve wek serokê mîsyona çevdêrîya hilbijartinan ya navneteweyî ji bo hilbijartinên parlamêntîyê yên li Macaristanê hatîye  kifşkirin. Wek koordînatorê taybet û serokê mîsyonê, Sargîs Xandanyan wê karê mîsyonên çevdêrîyê yên demkurt yên  parlamêntê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê, hevrêz bike.

Di serdana xwe ya xebatê ya paytexta Macaristanê  ku di navbera 24-26 ê adarê de pêk hatîye, Sargîs Xandanyan bi sazîyên dewletê yên ku di pêvajoya hilbijartinê ya Macaristanê de beşdar in, partîyên sîyasî yên ku beşdarî hilbijartinan dibin, nûnerên parlamêntê û hukumeta Macaristanê, nûnerên civaka sîvîl û medyayî, û her weha tîma  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  ya ku mîsyona çevdêrîyê ya demdirêj dimeşîne civîyaye.

Hevdîtinan de, Sargîs Xandanyan bi xebatên amadekarîyê yên ji bo hilbijartinan û pêvajoya kampanyayê agahdar bûye. Hilbijartinên parlêmêntê li Macaristanê wê  12 ê nîsanê bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button