SerekeSîyasî

Tom Barak: êrîşên Îranê yên li Herêma Kurdistanê ne rewa ne

Nûnerê taybet yê Amêrîkayê yê kar û barên Sûryayê û balyozê Amêrîkayê yê Tirkyayê Tom Barak ragîhandîye ku êrîşên dawîyê yên Îranê yên li Herêma Kurdistanê ne rewa ne û dîyar kirîye ku tu rewabûnên mîlîsên nêzîkî Îranê jî nînin.

Tom Barak her wiha eşkere kirîye ku ewî peyama serokê Amêrîkayê Donald Tramp gîhandîye serokwezîr Mesrûr Barzanî ku ew peyam ji bo parastina ewlehîya Herêma Kurdistanê bûye.

Barak pirsa nûçegîhanê Rûdawê Dîyar Kurde ya li ser êrîşên çend rojên borî yên Îranê yên li Herêma Kurdistanê bersivandîye.

Di wan êrîşan de 6 pêşmerge şehîd ketibûn û 30 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Tom Barak li ser van êrîşan gotîye:

“Tu rewabûna wan êrîşan nîne. Hemû mîlîsên ku pêywendîya wan bi Îranê re heye ne rewa ne”.

Alîkarîya ji bo hevpeymanan

Tom Barak li ser helwesta welatê xwe ya ji bo parastina hevpeymanan jî axivîye û tekez kirîye ku alîkarîyên wan didomin û anîye ziman:

“Em di warê dabînkirina yekîneyan de her tiştî dikin.

Em ji bo hevpeymanên xwe kel û pel û çekan dabîn dikin”.

Peyama Waşîngtonê ya ji bo Bexdayê

Tom Barak her wiha dîyar kirîye ku Waşîngton helwesteke cidîtir ji Bexdayê dixwaze û daye zanîn:

“Peyama me ya ji bo hukumeta Îraqê zelal e.

Me ji wan re gotîye ku divê ew li hemberî wan êrîşan li gel me bihêztir û tundtir bin”.

Tom Barak li ser hevdîtina xwe ya bi Mesrûr Barzanî re jî axivîye û anîye ziman:

“Min peyam û piştgirîya serok Tramp ya ji bo parastina ewlehîyê gihandîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button