Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî 300 mîlyon dolar li Ermenîstanê veberhênan dike: projeya navenda daneyan ya Firebird ê dest pê dibe

Hevkarîya aborî ya Ermenîstan-amêrîkî berdewamîyeke pratîkî werdigire: veberhênanek 300 mîlyon dolarê amêrîkî ji bo qonaxa yekem ya projeya navenda daneyan ya Firebird ê hatîye ragîhandin. Ev veberhênan wek encameke berbiçêv ya hevkarîya dualî tê dîtin ji civîna aşîtîyê ya ku 8 ê tebaxa sala borî de li Waşîngtonê pêk hatîye û armanc dike ku destpêşxerîyên hevbeş di warê zekaya sûnî û nîvkondûktoran de pêş bixe. Balyozxana Dewletên Yekbûyîye li Ermenîstanê radigihîne ku pêkanîna bernameyê armanc dike ku pozîsyona Ermenîstanê wek navendeke têknolojîyê ya herêmî qewîn bike. “Têkilîyên aborî yên Ermenîstan-amêrîkî berdewam kûr dibin, wek ku ji hêla veberhênan û hevkarîya nû ve tê îzbat kirin”.
Karmendê karûbarên Dewletên Yekbûyî Dêyvîd Alên, ligel rayedarên ermenî û hevkarên darayî yên herêmî, beşdarî merasîma îmzekirinê bûye da ku 300 mîlyon dolar ji bo qonaxa yekem ya projeya navenda daneyan ya Firebird ê radigîhînin, ku ev yek pêşketineke girîng di hevkarîya dualî ya Ermenîstan-amêrîkî de nîşan dide ji dema civîna aşîtîyê ya Waşîngtonê ya 8 ê tebaxa sala borî ve.
Daxuyanîyê de wiha tê gotin: “Ev veberhênan armanc dike ku vîzyona me ya hevpar pêk bîne, wek ku di mêmorandûma têgihîştinê ya di navbera hukumetên Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkaêye Yekbûyî de li ser hevkarîya nûjenîyê di sêktora hewayî û nîvkondûtor de hatîye îmzekirin û dihêle ku Ermenîstan xwe wek pêşengeke têknolojîyê li herêmê bi cîh bike.Em serbilind in ku encamên berbiçev yên hevkarîya xwe ya dualî dibînin”.







