SerekeSîyasî

Balyozê Îranêyî li Ermenîstanê behsa pêrspêktîvên çareserkirina nakokîya Rojhilata Navîn û stratêjîya Îranê kirîye

Mijara nakokîya Rojhilata Navîn, Îran stratêjîyekê nîşan dide ku divê li ser bingeha pejirandina biryarnama nû be: divê Îran her tiştî bike da ku di pêşerojê de pêşî li êrîşeke bi vî rengî ya li dijî wê bigire.

Hevpeyvîna taybet li gel “Armenpress”ê, balyozê Îranêyî li Komara Ermenîstanê Xelîl Şîrxolamî ev nêrîn anîye ziman, behsa qonaxa niha ya pevçûnê û di wê çarçoveyê de pirsa ka Îran çawa bi vê cêribandinê re mijûl dibe kirîye.

Şîrxolamî gotîye: “Dijminatî ya ku Dewletên Yeabûyî û Îsrayêlê texmîn dikirin dirêjtir dom kirîye. Li gorî wan, divê Îran hem li enîyên navxweyî û hem jî yên der qels bûya, ku ev yek wê bihişta ku di çend rojan de di vî şerî de bi ser bikeve, lê ev yek çênebû. Alîyê amêrîkî li ser Îranê ramaneke pir xelet hebû. Di vê demê de, daxuyanîyên nakok û dijber yên Donald Tramp jî vê yekê şahîd dikin. Meriv dikare bêje ku Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê potênsîyala xwe ya tevahî bi kar anîne, gelek cîhên ku girîngîya wan ya stratêjîk jî tune ye bombebaran kirine. Di encamê de, dibistan, zanîngeh, nexweşxane û avahîyên din yên giştî zirar dîtine”.

Sê faktorên stratêjîke bi bandor

Li gorî balyoz, Amêrîka û Îsrayêl niha di rewşeke tevlîhev de nin, ji ber ku ew nizanin gava wan ya din wê çi be. “Hin kes şîret dikin ku opêrasyonên bejayî li dijî Îranê bên kirin, lê ew pir baş dizanin ku ev dikare encamên giran çi bike. Di vê gavê de, sê faktorên sereke û girîng di dilê stratêjîya bi bandor ya Îranê de hene. Ya yekem piştgirîya gelê me ye. Xelq derdikevin kolanan û bi vî rengî amadebûna xwe ya kolêktîv ji bo piştgirîya hukumetê nîşan didin daye ku welatê xwe biparêzin û li himber cêribandinê bisekinin. Bi vê gavê, ew ji alîyê amêrîkî re îzbat dikin ku fikira ku hin kom dikarin li dijî hukumetê derkevin û li Îranê darbeyekê bikin bê guman xelet e. Ev mehek e, em dibînin ku gelê Îranê çawa bi eşkereyî piştgirîyê dide hukumeta xwe. Ji roja yekem ya şer ve, mirov bê tirs û dudilî derdikevin kolanan. Dîplomat gotîye:”Min qet xeyal nedikir ku ew dikarin ewqas bi biryar bin ku welatê xwe biparêzin”.

Çarenûsa devtenga Hormûzê

Li gorî wî, faktora sêyemîn bi devtenga Hormûzê ve girêdayî ye. Li gorî balyoz, Îran hewl dide ku bi girtina devtenga Hormûzê zextê li ser wan welatên Rojhilata Navîn bike ku heta radeyekê di opêrasîyonên leşkerî yên li dijî Îranê de ne. “Bi vî rengî, Îran dixwaze zextê li ser sêktorên aborî û ênêrjîyê yên wan welatan bike, ku di warê jêopolîtîk de derfeteke mezin dide me ku em stratêjîya rast bicîh bînin. Her çend Dewletên Yekbûyî îdîa dike ku ew dikare devtenga Hormûzê veke jî, heta niha nekarîye vê armancê bi dest bixe. Alîyê amêrîkî nêzîkatîya xwe guhertîye û îdî vekirina devtengaa Hormûzê di nav pêşînîyên xwe de nabîne û destnîşan kirîye ku şer dikare bêyî vekirina devtenga Hormûzê jî bi dawî bibe”,-ewî destnîşan kirîye.

Pêrspêktîvên çareserîyê şerê li Rojhilata Navîn nikare ji hêla leşkerî ve tu serketîyan bi dest bixe, lê ji alîyê stratêjîk ve, piranîya analîstan Îranê wek serketî nas dikin, ji ber ku heta niha, li gorî balyoz Xelîl Şîrxolamî, tu ji armancên sereke yên Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê nehatine bidestxistin. “Di dema şer de her tişt mimkûn e, rewş dibe ku tevlîhevtir bibe heger Dewletên Yekbûyî biryarê bide ku li binesazîya herî girîng ya Îranê bixe yan jî li dijî Îranê opêrasîyonên bejayî pêk bîne. Ew kesên li Dewletên Yekbûyî ku ji encamên wê baş dizanin, bi berdewamî hewl didin ku serok Tramp ji gavên tund dûr bixin. Çiqas zûtir şer rawestîne, ew qas ji bo wî çêtir e. Hin welat bi awayekî çalak dixebitin da ku piştgirîya sîyasî ji bo çareserkirina pevçûnê peyda bikin. Di vê gavê de, danûstandina peyaman di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de bi rêya Pakîstanê tê kirin”,- dîplomat gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button