H’emû nûçeSereke

Ermenîstan li Global Terrorism Index 2026 a de di nav welatê herî ewle de ye

Înstîtûta aborî û aştîyê rapora Global Terrorism Index 2026  a weşandîye, ku rêza herî dawî ya welatan li gorî asta gefa têrorê weşandîye.

IEP sazîyeke hizirkirinê ya serbixwe, bêalî û bêqazanc e ku armanc dike bala cîhanê bikşîne ser aşîtîyê wek pîvaneke erênî, gihîştî û berbiçev ya refah û pêşkeftina mirovan.

Ermenîstan bi 0.423 qala di rêza 81emîn de ye. Ew di lîsteya welatên ku bandora têrorê pir kêm e de ye. Di vê rêzbendê de, pozîsyoneke bilindtir li ser pîvanê asta gefê kêmtir nîşan dide.

Gurcistan di rêza 77 emîn de ye (bi 0.506 qala), Adirbêcan di rêza 90 emîn de ye (bi 0.123 qala), Rûsya di rêza 17 emîn de ye (bi 5.593 qala), Îran di rêza 18 emîn de ye (bi 5.477 qala), Dewletên Yekbûyî di rêza 28 emîn de ye (bi 4.521 qala), û Tirkya di rêza 36 emîn de ye (bi 3.212 qala).

Zêdetir nîşan bide
Back to top button