
Xelqê Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgirîya Herêma Kurdistanê daketine kolanan.
Li bajarên Dêrikê û Dirbêsîyê, Qamişloyê û Hisîçayê bi beşdarîya bi hezaran kesan êrîşên mûşekî û dronî yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirine.
“Dema kurd birîndar dibin, hemû Kurdistan diêşe”
Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi rakirina alayên Kurdistanê nîşan dane ku ew li gel birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ne.
Wekî ku berê kurdên her çar parçeyan ji bo Rojavayê Kurdistanê bûbûn yek, niha jî ji 7 salî heta 70 salî her kes ji bo parastina Başûrê Kurdistanê amade ye.
Li Dirbêsîyê êrîş hatine şermezarkirin
Li bajarê Dirbêsîyê bi beşdarîya hemû partîyên sîyasî û çalakvanan xwenîşandaneke mezin hatîye lidarxistin.
Çalakvan Nîzam Elîko ji Rûdawê re ragîhandîye ku ev xwenîşandan bi destpêşxerîya çalakvanên bajêr û bi alîkarîya rêxistina ENKS ê hatîye sazkirin.
Beşdaran êrîşên li ser baregeha serok Mesûd Barzanî û mala serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kirine.
Dêrik: yan Kurdistan yan neman
Li bajarê Dêrika Hemkoyê yê Rojavayê Kurdistanê jî xelq bi coşeke mezin daketine qadan.
Xwenîşanderan alayên Kurdistanê hildan û bi dirûşmên wekî “Na ji bo êrîşan, aşîtî ji bo Kurdistanê” û “Yan Kurdistan yan neman” piştgirîya xwe dîyar kirine.
Kesayetên sîyasî û çalakvanên Dêrikê tekez kirine ku ewê di her rewşê de li gel Herêma Kurdistanê bin.
Li alîyê din, kurdên li dîyasporayê jî ji bo piştgirîya Başûrê Kurdistanê xwe amade dikin da ku li welatên Avropayê dengê xwe bigihînin sazîyên navneteweyî.







