H’emû nûçeSereke

Banka cîhanî bernameya 200 mîlyon dolarî ji bo veguherîna aborî ya Ermenîstanê pejirandîye

Lijneya rêvebirên cîbicîkar ya banka cîhanî opêrasîyona sîyaseta pêşveçûna veguherîna aborî ya 200 mîlyon dolarî (170.3 mîlyon yûro) pejirandîye da ku piştgirîyê bide veguherîna Ermenîstanê bo aborîyeke pêşbaztir û yekgirtî ya cîhanî ku wê pergalek ji bo çavdêrîkirin û rêvebirina emîsyonan jî hebe. Banka cîhanî di daxuyanîyekê de gotîye ku wek din, fonda OPÊK ê armanc dike ku heta 92.8 mîlyon dolarî (80 mîlyon yûro) fînansmana paralel peyda bike, bi vî awayî pakêta piştgirîyê ya giştî digihîne nêzîkî 290 mîlyon dolarî (250 mîlyon yûro).

“Opêrasîyona sîyaseta pêşveçûna veguhêrîna aborî ya Ermenîstanê” piştgirî dide ajandeyek rêformê ya pirsêktorî ku armanc dike nûjenkirina jîngeha veberhênan û karsazîyê ya Ermenîstanê, qewînkirina pêşbazîyê û parastina xerîdaran  û qewînkirina berxwedana pergalên darayî û rêziknameyî yên welêt.

Rêvebirê banka cîhanî yê Ermenîstanê Fabrîsîo  Carkonê gotîye: “Ermenîstan xwedî ajandeyeke rêformê ya bi heybet e û em piştgirîyê didin hewldanên welêt ji bo avakirina aborîyeke vekirîtir, reqabettir û domdartir”. Li gorî wî, veguherîna ber bi aborîyeke cîhêrengtir û berxwedêrtir wê şert û mercên mezinbûnê biefirîne ku wê ji her welatîyekî re sûdmend be.

Banka cîhanî pabend e ku di rêya kêmkirina xizanîyê li ser gerstêrkeke domdar de piştgirîyê bide Ermenîstanê. Ji destpêka opêrasîyonên xwe li Ermenîstanê  sala 1992 a de, banka cîhanî nêzîkî 3 mîlyard dolar  raberî welêt kirîye, tevî portfolîyoyek veberhênanê ya berdewam ya nêzîkî 415 mîlyon dolarî, ji bîlî xebata analîtîk, fonên bawerîyê û alîkarîya têknîkî ya ku ji hêla banka navneteweyî ya ji nû ve avakirin û geşepêdanê û her weha komeleya geşepêdana navneteweyî ve hatîye peyda kirin. Di daxuyanîyê de tê gotin ku Ermenîstan sala 2023 a de bûye welatekî bexşvanê ya paşin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button