H’emû nûçeSereke
Lêonîd Nêrsîsyan şîrove dike ku şandina leşkerên bejayî bo Îranê ji bo Amêrîkayê çiqas rêalîst e?

Analîstê leşkerî û lêkolînerê APRI Armenia ê Lêonîd Nêrsîsyan, di civîna çapemenîyê de, li ser şandina leşkerên bejayî yên Amêrîkayê bo Îranê gotîye: “Bê guman her tişt mimkûn e, ew biryareke pir dijwar e. Ez ê matmayî bimînim heger Dewletên Yekbûyî wê biryarê bide”.
Ew dibêje heger Amêrîka bi 10 000 leşkeran giravên Îranê yên li devtenga Hormûzê dagir bike jî ev wê ji hêla stratêjîk ve bêbandor û kurtbîn be.
Li gorî Nêrsîsyan, artêşa amêrîkî, ji ber ku ezmûna tal ya şerên berê heye, vê xetereyê pir baş fem dike. Lê belê, ew ne piştrast e ku gelo serokatîya sîyasî ya amêrîkî jî bi heman rengî ji van xetereyan haydar e.







