SerekeSîyasî

Li Amêrîkayê bi navê Kurdistanê parkek vedibe

Wekî nîşaneya qewînbûna dostanîya li gel Kurdistanê û bajarê Zaxoyê, li bajarê Mûrhêdê yê eyaleta Mînêsotayê, bi navê Kurdistanê parkek vedibe.

Bi amadebûna berpirsên bajarê Mûrhêdê, endamên kongra eyaleta Mînêsotayê û rewenda kurd, konfêranseke taybet ya li ser dostanîya Kurdistanê û Mûrhêdê hatîye lidarxistin.

Şaredara Mûrhêdê Şêllî Karlsonê konfêransê de gotarek  raber kirîye û ragîhandîye ku ji bo rêzgirtina li dostanîya Mûrhêdê û Zaxoyê, ewê navê yek ji parkên bajêr bikin Kurdistan.

Cîhan Brîfkîya ku kurdeke niştecîha wî bajarî ye û di konfêransê de amade bûye, ji Rûdawê re ragîhandîye ku armanca wan qewînkirina têkilîyên di navbera Kurdistanê, bajarê Mûrhêdê û eyaleta Mînêsotayê de ye.

Cîhan Brîfkî yek ji wan kesan e ku ji bo avakirina dostanîya navbera Mûrhêdê û Zaxoyê alîkar bûye.Ewê di konfêransê de behsa giringîya dostanîya kurd û bajarê Mûrhêdê kirîye.

Cîhanê her wiha amaje pê kirîye ku di mehên borî de wana li gel şandeke bajarê Mûrhêdê serdana Kurdistanê kirîye.

Ev serdan piştî wê yekê hatîye ku bajarên Zaxoyê û Mûrhêdê tîrmeha par li Mînêsotayê daxuyanîyeke dostanîyê mohr kiribûn.

Serperştîyarê îdareya serbixwe ya Zaxoyê Gohdar Şêxo jî di wê merasîmê de amade bûbû.

Bajarê Mûrhêdê li eyaleta Mînêsotayê ye. Nifûsa bajêr nêzîkî 46 hezar kesan e û ji sedî 8  şênîyên bajêr kurd in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button