SerekeSîyasî

Newroz wê li Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê bibe betlaneya fermî?

Cîgirê serokê giştî yê AK Partîyê Kurşad Zorlû ragîhandîye, ji bo ku 21 ê adarê cejina Newrozê bibe betlaneya fermî, wana dest bi amadehîyên têknîkî kirîye.

Serokwekîlê koma DEM Partîyê Sêzaî Temelî jî ji Rûdawê re gotîye ku wana pêşnîyara fermîkirina Newrozê  raberî parlamêntoya Tirkyayê kirîye û ew bi hêvî ne parlamêntoyê di demeke nêzîk de vê mijarê bîne rojeva xwe.

Mijara fermîkirina cejina Newrozê careke din bûye rojeva sîyaseta Tirkyayê û bakûrê Kurdistanê.

Cîgirê serokê giştî yê Partîya Dad û Bipêşketinê (AK Partî) Kurşad Zorlû, di bernameya têlêvîzyonî de derbarê vê mijarê agahîyên nû parve kirine.

Zorlû dîyar kirîye ku amadehîyên ji bo pênasekirina Newrozê wekî cejineke fermî hatine destpêkirin ku bibe roja bêhnvedanê.

Kurşad Zorlû di daxuyanîya xwe de bal kişandîye ser pêvajoya fermîkirina Newrozê û gotîye:”Rewşeke wisa heye ku Newroz bibe cejina fermî û em niha xebatên xwe yên di vî warî de dimeşînin.

Em bi nîyet in ku di nava mehên pêş de piştî ku me li gel komîtêyên xwe yên rayedar dane û standin kirine, vê biryarê pêk bînin.

Înşallah îradeya me ya di vî alî de heye û di demeke nêzîk de wê bigihêje encameke berbiçev”.

Helwesta DEM Partîyê

Li alîyê din, serokwekîlê koma DEM Partîyê Sêzaî Temelî derbarê mijarê ji Rûdawê re axivîye û dîyar kirîye ku wana pêşnîyar li parlamêntoya Tirkîyayê kirîye ku Newroz bibe betlaneya fermî û anîye ziman:

”Pêşnîyara me hîn jî li parlamêntoyê ye û nehatîye rojevê.

Ez hêvîdar im ku cejina kurdan Newroz ku nîşaneya têkoşîn û berxwedanê ye û bi salan e pîroz dikin bibe cejineke fermî”.

Sêzaî Temelî ragîhandîye ku heta niha demeke dîyarkirî ji bo dan û standina li ser pêşnîyara wan ya fermîkirina Newrozê nîne û destnîşan kirîye ku ew hêvî dikin parlamênto di demeke nêzîk de li ser vê mijarê bixebite.

Piştgirîya ji bo pêşnîyaryasayê

Serokwekîlê koma DEM Partîyê li ser helwesta AK Partîyê û gotinên Kurşad Zorlû jî gotîye:

“Ev helwesteke erênî ye. AK Partî û partîyên din jî dikarin piştgirîyê bidin pêşnîyara me ku Newroz bibe cejineke fermî.

Hger betlaneya fermî ya Newrozê bibe yasa wê gelekî baş bibe”.

Parlamêntarên Partîya Gelan ya Wekhevî û Dêmokrasîyê (DEM Partî) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) ji bo ku 21 ê adarê bibe betlaneya fermî, pêşnîyaryasa raberî serokatîya parlamênta Tirkyayê kiribûn.

Serokwekîlên Koma DEM Partîyê Sêzaî Temelî û Gulistan Kiliç Koçyîgît li gel parlamêntarê Amedê yê CHP ê Sêzgîn Tanrikûlû xwestibû ku Newroz di asta dewletê de bi awayekî fermî bê naskirin ku hemû welatî bikarin bi azadî vê cejinê pîroz bikin.

Heger ev xebat bigihêjin encamê û di parlamêntê de bibin yasa wê Newroz li Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê cara yekem di salnameya fermî de wek roja betlaneya fermî cîh bigire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button