Stansîya Mêsamorêye atomî bi demkî hatîye dêaktîvkirin

Ji ber bernameya dirêjkirina temenê xebitandinê, stansîya Mêsamorêye atomî ji 1ê nîsanê ji bo 5 mehan ji xebitandinê hatîye derxistin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan 2 ê nîsanê li civîna hukumeta de, di çarçoveya mezinbûna nîşaneyên êlêktrîka ku ji hêla stansîyayên ênêrjîya rojê ve li Ermenîstanê tê hilberandin, ragîhandîye.
Wezîr bawerîya xwe anîye ziman û gotîye: “Dibe ku heta sala 2026 a stansîyayên me yên ênêrjîya rojê bi qasî stansîya Mêsamorêyê atomîyê êlêktrîk hilberînin heger bixebitîya. Bê guman ew hejmar wê berawirdî hev bin”.
Serokê komîsîyona rêkxistina xizmetên giştî Mêsrop Mêsropyan, ragîhandîye ku di salên dawî de sazkirina stansîyayên ênêrjîya rojê li Komara Ermenîstanê bi lez zêde bûye.Ewî ragîhandîye ku ji 1 ê adara îsal, kapasîteya giştî ya stansîyayên ênêrjîya rojê digihîje 1,141 mêgavatî, ku ji wan 479 mêgavat pîşesazî ne û 662 mêgavat stansîyayên ênêrjîya rojê yên xweser, yên li ser banî ne.
Demjimêra xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomî payîza sala 2026 a de diqede. Niha xebat ji bo dirêjkirina dema xebitandina stansîya atomî ji bo 10 salên din tê kirin. Hukumeta Ermenîstanê niha bi welatên cûre-cûr re mijara avakirina stansîya atomî ya nû niqaş dike. Biryar hatîye dayîn ku stansîya atomî ya nû ji celebê modûlar be û danûstandinên li ser avakirina stansîya atomî ya nû bi Dewletên Yekbûyî, Fransîyayê, Çînistanê, Rûsyayê û Korêya Başûr re didomin.







