H’emû nûçeSereke

Têlêvîzyona dewletê ya Polonyayê nûçeyan bi zimanê ermenî vedike

Kanala têlêvîzyonê ya polonî “Telewizja Polska” (TVP) servîsa nûçeyan ya bi zimanê ermenî ” VT Hayastan News” da destpêkirin, ku armanca wê ew e ku berxwedana raya giştî li hember manîpûlekirin û destwerdana agahdarîyê li civakên ermenî yên li Ermenîstanê û derveyî welêt zêde bike.

Derheqa wê yekêda “Armenpress” ji daxuyanîyekê ku li ser malpera fermî ya wezîreta Polnîyayêye karên der ya hatîye weşandin, agahdar bûye.

Êdîtor û pêşkêşvanê servîsa bi zimanê ermenî  Razmîk Martîrosyan, bi berfirehî gotîye ku armanca projeyê ew e ku bûyerên sîyasî, civakî û aborî ji pêrspêktîveke avropî ve  raber bike, beşdarî bilindkirina hişmendîya li ser Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê bibe û her weha hevkarîya bi Polonyayê re qewîn bike.

Erka projeyê her wiha zêdekirina berxwedana raya giştî li hember manîpûlekirin û destwerdana agahdarîyê ye û her wiha li dijî dêzînformasîyonên li dijî Ermenîstanê û hevkarên wê tê kirin, tê kirin. Bername wê heftê pênc rojan li ser weşanê be û tê plankirin ku dema bernameyan 18-20 deqe be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button