SerekeSîyasî

Bi dronan êrişî Koye, Hewlêrê û Silêmanîyê hatîye kirin

Bi dronan êrişî bajarên Koye, Hewlêrê û Silêmanîyê hatîye kirin.

Li gorî agahîyên Rûdawê,  bi 4 dronên bombebarkirî êrişî bajarê Koyeyê hatîye kirin.

Hemû dron teqîyan lê tu zirerên canî çênebûn.

Her wiha, li navenda bajarê Silêmanîyê dronek li nêzîkî projeyeke xanîyan ketîye xwarê û tu zirarên wê tune bûn.

Nêzîkî seheta 18:00 a jî, 2 dron li esmanê bajarê Hewlêrê ji alîyê pergala parastina esmanî ve hatine pûçkirin.

Di vî êrişî de jî tu zirar  çênebûn.

Ji destpêkirina şerê Amêrîkayê û Îsrayêlê yê li gel Îranê  ango ji 28 ê sibatê êrişên li ser Herêma Kurdistanê bê navber didomin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button