SerekeSîyasî

Serok Barzanî bi boneya cejna Qiyame pîrozbahîyê li Xirîstiyanan dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh, peyama pîrozbahîyê weşandîye û tê de daxwaza kûrkirina çanda pêkvejîyanê kirîye.

Serok Mesûd Barzanî 4 ê nîsanê di peyama xwe de gotîye: “Bi navê Xwedayê Mezin û dilovan, bi helkefta hatina cejna Qiyamê ya Hezretê Mesîh (silavên Xwedê lê bin), pîrozbahîyên xwe yên herî germ  raberî xwîşk û birayên Xirîstîyan li Kurdistanê, Iraqê û hemû cîhanê dikim”.

Serok Barzanî di berdewamîya peyama xwe gotîye: “Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina çanda pêkvejiyan û biratîyê. Herwiha dixwazim ku xwîşk û birayên Xirîstîyan û hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên din li Iraqê û navçeyê di nava aramî û aştîyê de bijîn”.

Di dawîya peyamê de, serok Barzanî xêr û xweşî ji bo hemû alîyan xwestîye û gotîye: “Cejina we pîroz be û her di xêr û xweşîyê de bin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button