Ermenîyên Îranê hewil didin ku hesteke jîyana xwezayî biparêzin:AP

Ajansa Associated Press ê ragîhandîye ku mesîhîyên ermenî yên li Îranê dijîn, piştî destpêkirina şer, roja yekşemê ya Paskalyayê li dêreke li paytexta welêt pîroz kirine û hewil dane ku jîyana xwe ya normal bidomînin.
Peyamnêrê ajansê destnîşan kirîye ku li dêra Sargîsê Pîroz li navenda Têhranê, perestvan hevdu hembêz dikirin û zarokan li ser hêkên rengkirî dilîstin. Paytext ji 28 ê sibatê, dema ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îsrayêlê li dijî Îranê şer dest pê kirin, paytext rojane di bin bombebaranê de ye.
Mamosteya îngilîzî Coanîta Arakêlê ji AP re gotîye ku ew hewil dide ku ji bo zarokên xwe hesta jîyana xwezayî biparêze.
Yêpîskopos Sêpûh, keşîşê dêra ermenîyeye li Têhranê, ji ajansê re gotîye ku banga wî “bi giranî ji bo kesên ku şer dest pê kirine tê kirin, da ku ew li bihuştê binêrin, ji wir ku em bi rêya ji dayîkbûn û Vejîna Îsa evîn û rêzgirtina hevbeş wergirtine”.
Komara Îslamî, ku nifûsa wê nêzîkî 90 mîlyon e, nêzîkî 300 000 xiristîyan, ku piraniya wan ermenî ne, lê dijîn.Ajansa Associated Press ê rapora xwe ya ji Têhranê bi vê yekê bi dawî kirîye.







