H’emû nûçeSereke
Ermenistan di çaryeka yekem ya sala 2026 a de hejmareke rêkorda ya tûrîsta tomar kirîye

Sê mehên pêşin yên sala îsal de, 453 138 tûrîst serdana Ermenîstanê kirine. Ev hejmar ji rêjeya ku di heman serdema sala borî de hatîye tomarkirin ji 18,2 selefî zêdetir e.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan vîdyoya ku li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye, ragîhandîye.
Papoyan destnîşan kirîye ku Ermenîstanê di sêktora tûrîstîyê de encamên pir baş bi dest xistîye.
Wezîrê aborîyê bi hûrgilî gotîye:”Bi taybetî, sê mehên pêşin yên îsal de 453,138 tûrîst hatine Ermenîstanê. Ev ji 18,2 selefî yan jî ji heman serdema sala borî 70 hezarî zêdetir tûrîstane”.
Gevorg Papoyan destnîşan kirîye ku ev di dîroka statîstîkên tûrîstîyê yên Ermenîstanê de reqemek e.







