SerekeSîyasî

Hezar malbatên din yên koçber vedigerin Efrînê

Tê plankirin ku dawîya vê hevtê 1000 malbatên efrînî ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê vegerin Efrînê.

Çavkanîyeke rêveberîya xweser ji Rûdawê re ragîhandîye ku wê heta pêncşema pêşîya me, 1000 malbatên koçber yên efrînî vegerin malên xwe.

Li gorî heman çavkanîyê, kesên ku vedigerin xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ne û ji wan re hatîye gotin ku ewê raste-rast vegerin ser mal û milkên xwe.

Destpêka vê heftê jî 400 malbatên efrînî bi hevahengiya navbera hukumeta Sûryayê û rêveberîya Xweser vegeryabûn bajarê xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button