SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: yên ku destê wan di xwîna gelê me de hebe wê bên cezakirin

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragîhandîye, çend car in bêyî sedem û hincet êriş li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û gotîye: “Lê bêguman, yê ku destê wî bi xwîna gelê me sor be, zû yan dereng wê bigihîje cezayê xwe”.

Mesrûr Barzanî li ser êrişan gotîye: “Mixabin hukumeta Îraqê heta niha ji bo rawestandina êrişên li ser Herêma Kurdistanê tu gava pratîkî neavêtîye”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Mûsa Enwer û hevjîna wî Mijde Esedê bûye ku  di êrişeke dronan de şehîd ketibûn.

Mesrûr Barzanî li wir kongreyeke rojnamegerîyê li dar xistîye û careke din êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirîye û gotîye: “Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye”.

Li ser helwesta civaka navneteweyî jî Mesrûr Barzanî dîyar kirîye ku wana piştgirîya xwe ji bo xelkê bêguneh yê Kurdistanê ducare kirîye û wiha pê de çûye:

“Em hêvîdar in ku em karibin sînorekî ji bo van êrişên li ser Herêma Kurdistanê daynin, lê berpirsyarîya mezin li ser hukumeta Îraqê ye”.

Di bersiva pirsekê de ya derbarê qerebûkirina şehîdan, Mesrûr Barzanî gotîye:

“Bi tu awayî xwîna şehîdan nayê qerebûkirin, tenê bi azadîya Kurdistanê nebe.

Lê yê ku zirara madî dîtiye, emê wek hukumeta Herêma Kurdistanê, ji bo qerebûkirina zirarên wan yên madî çi ji destê me bê em ê bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button