
Divê her welatek rastîyên dîrokî yên derbarê axan û nasnameya neteweyî de nas bike û em li dijî her îdiayeke li ser Ermenîstanê ne.Yekparçeya axa Ermenîstanê ji bo Îranê xwedî girîngîyeke jiyanî û dîyarkar e.Derheqa wê yekêda balyozê Îranêyî li Ermenîstanê Xelîl Şîrxolamî di çalakîya li zanîngeha dewletê ya li Yêrêvanê hatîye lidarxistin, elam kirîye.
Ewî her wiha gotîye ku aşîtî û îstîqirara li Başûrê Kafkasîyayê di nav berjewendîyên herî girîng yên Îranê de ye. Li gorî wî, stratêjî û pêşînîyên Îranê ew e ku aşîtî, îstîqirar û pêşketin li herêmê mîsoger bike.
Şîrxolamî zêde kirîye: “Em piştgirîyê didin pêvajoyên întêgrasîyonê li herêmê. Em bawer dikin ku her çend dewletên derveyî herêmê dikarin li herêmê beşdar bibin û berjewendîyên rewa bişopînin, qewatên hêzên întegrasyon, pêşkeftin û aşîtîyê divê welatên herêmê bi xwe bin”.
Ewî destnîşan kirîye ku Ermenîstan, Adirbêcan, Gurcistan, Îran û Tirkya dikarin beşdarîyeke erênî di pêvajoya aşîtîyê de û her weha di refaha aborî û geşbûna welatên vê herêmê de bikin.
Sefîr rave kirîye ku welatên din jî dikarin roleke erênî bilîzin heger ew armancên ewlehî, leşkerî, yan jêopolîtîk yên ku ne li gorî berjewendîyên welatên herêmê ne, neşopînin.
Şîrxolamî amadebûna Îranê ji bo lîstina roleke girîng di vî warî de nîşan daye û bi bîr xistîye ku Tehran li ser van hemû mijaran diyalogeke bi bandor bi hukumeta Ermenîstanê re heye.







