SerekeSîyasî

Reuters ê hejmara qurbanîyên şerê Rojhilata Navîn li gorî welatan ragîhandîye

Şerê li dijî Îranê li Rojhilata Navîn, ku  28 ê sibatê  bi êrîşên Dewletên Yekbûyî  û Îsrayêlê li ser Îranê dest pê kir, bi hezaran kes kuştin. Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, Reuters ê hejmara şihîda heta 8 ê nîsanê radigihîne.

Îran

Rêxistina mafên mirovan HRANA ya li Amêrîkayê gotîye ku ji destpêka şer  li Îranê 3 636 kes hatine kuştin. Fêdêrasîyona navneteweyî ya komeleyên xaçê Sor û Heyva Sor  elam kirîye ku herî kêm 1900 kes hatine kuştin.

Libnan

Rayedarên Libnanê  elam kirine ku ji 2 ê adarê  di êrîşên Îsrayêlê de 1530 kes, di nav de herî kêm 129 zarok, hatine kuştin. Di heman demê de, sê aştîxwazên Neteweyên Yekbûyî yên Îndonêzyayê di du bûyerên cuda de li başûrê Libnanê hatine kuştin.

Îraq

Li gorî rayedarên tenduristîyê yên Iraqê, ji destpêka krîzê ve herî kêm 117 kes mirine.

Îsrayêl

Xizmetên awarte yên Îsrayêlê ragîhandine ku rokêtên ji Îranê û Libnanê hatine avîtin li Îsrayêlê 23 kes kuştine.Artêşa Îsrayêlê her wiha gotîye ku 11  leşkerên wê li başûrê Libnanê hatine kuştin.

Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî

Fêrmandarîya navendî ya Amêrîkayê ragîhandîye ku  şer de 13 leşker hatine kuştin û  300 leşkerî zêdetir  birîndar bûne.

Yektîya Mîrtîyên Ereba

13 kes mirine, di nav wan de du leşker.

Qeter

22 ê adarê, ji ber xeletîyeke têknîkî di dema ” çalakîyên rojane ” de, qezyake helîkoptêrê de li avên herêmî yên Qeterê heft kes mirine.

Kûvêyt

Rayedar derheqa hevt kuştîyan radigihînin.

Şerîaya Rojavayê

Çar jinên Felestînî di êrîşa mûşekî ya Îranê de hatine kuştin.

Sûrya

Çar kes di êrîşa mûşekî ya Îranê de li ser avahîyekê li Siwêdê hatine kuştin.

Behrêyn

Du êrîşên cuda yên Îranê de du kes hatine kuştin.

Oman

13 ê adarê, di êrîşeke dronê de li herêmeke pîşesazîyê ya parêzgeha Soharê du kes hatine kuştin.

Erebistana Saûdîyê

Du kes hatine kuştin dema ku topek li taxeke niştecihbûnê ya bajarê al-Xarcê, li başûrê rojhilatê paytext Rîyadê ketîye.

Fransya

Leşkerêkî fransî di êrîşeke bi dronê de li bakûrê Îraqê hatîye kuştin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button