
Çavkanîyeke ji hevaltîya pêtrola bakur ragîhandîye ku 210 hezar bermîl pêtrola Kerkûkê di ser Herêma Kurdistanê re ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkyayê ve hatîye hinartin.
Wê çavkanîyê her wiha daye zanîn ku hinartina pêtrolê ya Herêma Kurdistanê jî tenê 15 hezar bermîl bûye.
Çavkanîyeke ji hevaltîya pêtrola bakur li ser hinartina pêtrola Kerkûkê ji Rûdawê re axivîye.
Çavkanîyê gotîye: “Niha bi nîvekî rojane 200 hezar bermîl pêtrola Kerkûkê di ser Herêma Kurdistanê re tê şandin.
Ev pêtrol diçe bendera Ceyhanê ya Tirkyayê. Doh qebareya hinardekirî 210 hezar bermîl bûye”.
Hinartina pêtrola Kerkûkê di destpêkê de bi nêzîkî 100 hezar bermîlan dest pê kiribû.
Sibeha 18 ê adara sala 2026 a seheta 06:30 î de yekem qebareya pêtrola Kerkûkê bi rêya borîyên pêtrolê ya Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ve hatibû şandin.
Hinartina Herêma Kurdistanê kêm bûye
Ewê çavkanîyê li ser pêtrola Herêma Kurdistanê jî zanyarî dane.
Berîya destpêkirina şerê di navbera Amêrîkayê û Îsrayêlê bi Îranê re lihevkirin çêbûbûn.
Piştî van lihevkirinan hinartina pêtrola Herêma Kurdistanê gihîştibû nêzîkî 250 hezar bermîlan.
Lê piştî êrişan piranîya hevaltîyên pêtrolê yên li Herêma Kurdistanê karên xwe rawestandine û hinartin bi awayekî berçav kêm bûye.
Heman çavkanîyê gotîye: “Niha kapasîteya hinartina rojane ya pêtrola Herêma Kurdistanê ne cîgir e û diguhere.
Hinek rojan digihîje 45 hezar bermîlî lê wek mînak doh tenê 15 hezar bermîl pêtrola Herêma Kurdistanê hatîye hinartin”.
Aborîya Îraqê di rîskê de ye
Hukumeta Îraqê neçar maye ku pêtrola Kerkûkê bi rêya borîyên Herêma Kurdistanê bişîne.
Sedema vê yekê ew e ku ji ber şerê Îsrayêlê û Amêrîkayê yê bi Îranê re hinartina pêtrola Îraqê ya bi rêya deryayê rawestîyaye.
Vê rewşê ji bo aborîya Îraqê pirsgirêkeke mezin derxistîye holê.
Ji ber ku ji 92 selefê dahata Îraqê li ser firotina petrolê ye.







