Tirkya û Adirbêcan li benda lawazbûn û parçebûna Îranê bûne:pispor

Şerê li dijî Amêrîkayê û Îsrayêlê, Îranê bi rastî jî hêza xwe nîşan da û li ser asta tevahîya herêmê. Hevpeyvîna bi News.am ê re, doktorê zanistên sîyasî û pisporê leşkerî Armên Ayvazyan, nêrîneke wiha anîye ziman. Li gorî pispor, Îranê hema bi tenê karîbû bi du hêzên atomî yên herî bihêz re rûbirû bibe.
Ayvazyan gotîye:”Îranê ne tenê li ber xwe da, lê di heman demê de derbên tolhildanê yên pir bi êş û girîng jî daye. Mînak, di van hemû 38 rojan de, Îsrayêlê di stargehên bombeyan de radizan û hişîyar dibûn. Welat tevahî sekinîbû. Zanîngeh, dibistan, karsazî… xuya bû ku ev hemû winda bûne. Îsrayêl berê qet rastî derbên weha nehatibû. Di dîroka xwe de tiştekî wisa çênebûye. Îranê îzbat kir ku ew bihêz e”.
Ew piştrast e ku Tirkiya û Adirbêcan, ku hîn jî dijminên Ermenîstanê ne, li bendê bûn ku Îran lawaz bibe û parçe bibe. Ev yek wê bihêle ku ew tevahîya herêmê bixin bin destê xwe. “Niha, herî kêm di vê gavê de, Adirbêcanê xetera dagirkirina Ermenistanê û dagirkirina herêma Syûnîkê neke. Ew li wir pir baş fêm dikin ku heger Îran carekê bi mûşekên xwe êrîş bike, hemî pirsgirêk wê tavîlê û bixweber bên çareser kirin”,- zanyarê sîyasî destnîşan kirîye û bal kişandîye ser çarenûsa nebaş ya borîya Bekû-Tibîlîsî-Cêyhanê.
Li gorî Ayvazyan, Bekû û Enqerê xeyal dikirin ku yekbûna qaşo “Adirbêcana Başûr” û Komara Adirbêcanê pêk bê, lê niha ev plana mehkûmî rastîyê nînin. Pisporê leşkerî jî rêtorîka êrîşkar ya Tirkyayê ya li hember Îsrayêlê wek derew bi nav kirîye û bal kişandîye ser heyîna berjewendîyên aborî û stratêjîk yên hevpar.







