H’emû nûçeSereke
Li gorî îndeksa dêmokrasîyê ya The Economist ê, Ermenîstan herêmê de pêşeng e

Li gorî îndêksa dêmokrasîyê ya salane ya herî dawî ku ji hêla The Economist ve 7 ê nîsanê de hatîye weşandin, Ermenîstan li herêma me di rêza pêşeng de ye.
Bi taybetî, Ermenîstan di navnîşa welatên bi rêjîmeke hîbrîd de di rêza 84 emîn de ye.
Gurcistan û Tirkya jî di lîsteya hîbrîd de ne, di rêza 99 a û 102 a de ne.
Cînarên din yên Ermenîstanê, Adirbêcan û Îran, di lîsteya avtorîtar de nin, rêza 127 a û 152 a de nin.
Bi awayê, Rûsya û Bêlarûs di rêza 148 a û 149 a da nin di rêjîma avtorîtar ya welatan de nin. Di heman demê de, Moldova (rêza 77 a) û Ûkraîna (rêza 93 a) di rêjîmeke hîbrîd de nin.







