Projeya TRIPP ê di berjewendîya gelek welatan de ye:Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan ragîhandîye ku gelek welat bi projeya TRIPP ê ya ermenî-amêrîkî re eleqedar in. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Ararat Mîrzoyan derheqa wê yekêda di civîna çapemenîyê ya hevbeş de bi wezîrê Êstonyayêyî karên der Margûs Sahkna re, bersiva pirsa “Armenpress” e daye.
Di bersiva pirsa “Armenpress”ê, wezîreta Dewletên Yekbûyîye karên der dîyarîye kir ku pêkanîna projeya TRIPP ê yek ji pêşînîyên sereke yên Dewletên Yekbûyî dimîne û Ermenîstan bi Dewletên Yekbûyî û welatên sêyemîn yên lihevkirî re ji bo pêkanîna projeyê berdewam dike. “Armenpress”, bi taybetî ji wezîrê Ermenîstanêyî karên der xwestîye ku hûrgilîyan bide ka Ermenîstan bi kîjan welatên sêyemîn yên lihevkirî re ji bo pêkanîna TRIPP ê dixebite.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der destnîşan kirîye ku tevî pêvajoyên nebaş yên ku li cîhanê û herêmê diqewimin, xebata dualî ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de ji bo pêkanîna TRIPP ê berdewam dibe.
Mirzoyan bi berfirehî gotîye: “Derfeta min hebû ku bêjim niha hîn qonaxa belgekirinê ya xebatê ye. Em di qonaxa lihevkirina li ser peymana navhukumî de nin. Em bi berdewamî bi nûnerên rêveberîya amêrîkî re li ser mijarên raman û helwestan diguherînin. Em hêvî dikin ku em ê di zûtirîn dem de bikevin qonaxa din, ya avakirinê û li vir em ê hewceyê şirîkên sêyemîn jî bin”.
Ewî zelal kirîye ku peymana navhukumî ya li ser projeya TRIPP ê wê du alî be, di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de, lê di qonaxa avakirinê de wê hewcedarîya hevkaran hebe. Li gorî wî, dibe ku di qonaxa rêveberîya pergalê de jî hewcedarîya welatên hevkar hebe.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der tekez kirîye ku her çend TRIPP projeyeke dualî be jî, ew ji berjewendîyên gelek welatan derdikeve, ji Çînistanê dest pê dike û digihîje Portûgalyayê.
“TRIPP li ser gerstêrkek din nîne. Divê serê wê bigihîje Adirbêcanê, serê din jî divê li Naxêçevanê biqede, dîsa li Adirbêcanê, lê berdewamîya mentiqî tora rîya Ermenistanêye hesin ku bi rêya Yêrasxê, xaçerêya rîya Qers-Gumrîyêye hesin û tora rîya Tirkîyayê ye hesin. Welatên Asyaya Navîn bi taybetî eleqedar in. Rojek berê, em li vir bi wezîrê Qazaxistanêyî karên der re jî cîviyan, ku li Ermenîstanê bi wezîrê veguhestinê yê Qazaxistanê re bû”.
Ararat Mîrzoyan axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Welatên Rojhilata Navîn bi van mijaran re eleqedar in. Heta niha tiştekî berbiçev tune ku ez bikaribim bi raya giştî re parve bikim”.







