H’emû nûçeSereke
Hejmara rêwîyan li balafirgehên Ermenîstanê sala 2025 a da zêde bûye

Nava 11 mehên pêşin yên sala 2025 a, cîguhastina rêwîyan li balafirgehên Ermenîstanê ji 5.3 mîlyon kesan derbaz bûye.
Li gorî daneyên fermî, di navbera mehên çile-mijdara sala 2025 a li balafirgehên “Zvartnos” ê û “Şîrakê” veguhestina rêwîyan gihîştîye 5 mîlyon 308 136 kesan.
Di wê heyamê de, li balafirgeha “Zvartnosê” veguhestina rêwîyan gihîştiye 5 mîlyon 180 864 kesan. Li balafirgeha “Şîrakê” jî ev hejmar gihîştîye 127 272 kesan.
Mehên çile-mijdara sala 2024 a de reqema veguhestina rêwîyan gihîştîye 4 mîlyon 946 98 kesan. Bi vî awayî, veguhestina rêwîyan sala 2025 a de, li gorî nîşaneyên sala 2024 a, 362 38 kes yan bi 7,3 selefî zêde bûye.







