
Berbijarê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê Nîzar Amêdî, piştî ku di gera duem ya dengdanê de piranîya dengan bi dest xistîye, bûye serokkomarê nû yê Îraqê.
Di civîna encşmena nûneran ya Îraqê de proseyê hilbijartina serokkomar bi rêve çûye. Nîzar Mehmed Seîd Amêdî, ku berbijarê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê bûye, karîye di gera duem ya dengdanê de, 227 dengan bidest bixe û bibe serokkomar.
Di vê pêşbazîyê de, Mûsena Emîn ku hevrikê Amêdî bûye, di gera duem de tenê 15 deng bidest xistine. Bi vê encamê, Nîzar Amêdî wek serokê nû yê dewleta Îraqê hatîye ragîhandin.
Nîzar Amêdî kî ye?
– Nav: Nîzar Mehmed Seîd Mehmed.
– Ji dayîkbûn: 6 ê sibata sala 1968 a li qeza Amêdîyê ya parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye.
– Rewşa malbatî: zewicî ye û bavê çar zarokan e.
– Xwendin: ji zanîngeha Mûsilê, di beşa endezyarîya mexanîk de bawernameya bakaloryoê wergirtîye.
– Karê sîyasî: endamê polîtbyûroya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê ye.
– Ezmûna kar:
– Di navbera salên 1993 a û 2003 a de, kar di ofîsa serok Mam Celal de kirîye.
– Di navbera salên 2005 a û 2022 a de wek şêwirmendê bilind yê sê serokkomarên Îraqê kar kirîye.
– Di navbera salên 2022 a û 2024 a de wezîrê jîngehê yê Îraqê bûye.
Tê çeverêkirin ku piştî sundxwarina yasayî, Nîzar Amêdî dest bi erkê xwe yê nû bike û berbijarê fraksîyona herî mezin ya parlamentê ji bo pêkanîna hukumeta nû raspêre.







