H’emû nûçeSereke

Şîva ermenî û temkirina şerabê li klûba here kevin û bi prêstîj ya Bryûsêlê, Cercle Gaulois ê da /wêne/

Li klûba kevinar û bi prêstîj “Cercle Gaulois” ya li Bryûsêlê, bi înîsîyatîva baylozxana Ermenîstanêye li Bêlçîkayê, bi piştgirîya fonda tirî û şerabê ya Ermenîstanê, ku bi sedan nûnerên derdorên dîplomatîkî,çandî û karsazîyê anîye cem hev da ku mîrata dewlemend ya xwarinçêkirinê û şerabê ya Ermenîstanê kifş bikin, cara yekem şîv û temkirina şerabê ya Ermenîstanê hatîye lidarxistin.

Çalakî ji alîyê balyozê Ermenîstanê Tîgran Balayan ve hatîye vekirin û tekez kirîye ku “Cercle Gaulois” cîhekî sembolîk e ku tê de dostî, çand û cihêrengî têkel dibin.Axaftina xwe de, balyoz Balayan spasîya Jêrom Vrîghêmên, ku piştgirî dabû pêkanîna înîsîyatîvê û Anton Akayan, karsaz û endamê klûbê kirîye û destnîşan kirîye ku beşdarîya wan ji bo serkeftina çalakîyê pir girîng bûye.

Balyoz spasîya xwe ya taybetî ji bo  fonda tirî û şeraba Ermenîstanê û seroka wê Zara Manûkyanê ji bo rola wan ya girîng di pêşvebirina mîrata şeraba Ermenîstanê de û her weha ji bo nûnerê Van Ard ê Vêrnêr Lêmans û her weha ji Karînê Stêpanyanê, hevdamezrînera pargîdanîya “With Us” re anîye ziman.

Ji mêvanên şîvê re mênyûke xweş ku ji hêla rêstorana “The Armenian Garden” ê ve hatibû amadekirin, hatîye raberkirin, ku cîhêrengî û nêzîkatîya efirîner ya kevneşopîyên xwarinên ermenî nîşan dida.

Tîgran Balayan tekez kirîye ku Ermenîstan yek ji kevintirîn navendên çêkirina şerabê li cîhanê tê hesibandin, bi dîroka xwe ya  6 200 salan zêdetir. Ji mêvanan re cûre-cûre şerabên ermenî hatine raber kirin, ku kevneşopîyên sedsalan û nûjenîya nûjen li hev dicivîne.

Ewî her wiha ragîhandîye ku  sala 2026 a de Ermeîstan wê mazûvanîya pêşbirka şerabê ya navneteweyî ya bi prêstîj “Concours Mondial de Bruxelles” bike û destnîşan kirîye ku ev vegera sembolîk e bo koka şerabê. Balyoz beşdaran vexwendîye ku di wê boneyê de serdana Ermenîstanê bikin û mîrata çandî ya welêt, bedewîya xwezayê û mêvanperwerîya gel kifş bikin.

Her wiha beşdar hatin vexwendin ku beşdarî fûara ermenîye duemîn bibin ku  31 ê gulanê li meydana Bryûgmanê ya Bryûsêlê bê lidarxistin, ku derfetekê peyda dike ku bi tevahî bi huner, xwarin û çanda ermenî re bên nasîn.

Şev bi bernameyeke çandî bi dawî bûye, ku koma reqsê ya “Narêk” û kanonar Narê Xorênî reqsên gelêrî yên ermenî  raber kirine.

Çalakî di atmosfereke germ û dostane de pêk hatîye û careke din girîngîya kûrkirina têkilîyên Ermenîstan-Bêlçîkayê û eleqeya zêde ya ji bo mîrata çandî ya Ermenîstanê hatîye tekez kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button