H’emû nûçeSereke
Beşeke berhemên pêtrolê ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê hatîye şandin

Medyaya Adirbêcanê deheqa şandina komeke berhemên pêtrolê ji Adirbêcanê bo Ermenistanê elam kirine.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wek ku medyaya Adirbêcanê ragîhandîye, 1298 tonn sotemenîya dîzêlê bi 22 vagonan ji Ermenîstanê re hatîye şandin.
Tê destnîşankirin ku niha ji Adirbêcanê 6 312 tonn sotemenîya dîzêlê, 979 tonn bênzîna AI-92 û 2 955 tonn bênzîna AI-95 ji bo Ermenîstanê hatine şandin.
Tê ragîhandin ku 240 tonn gubre ji Rûsyayê bi rêya Adirbêcanê ji Ermenistanê re hatîye şandin.
Heta niha ji Rûsyayê bi rêya axa Adirbêcanê 23.9 hezar tonn genim, 1100 tonn zêdetir gubre û 68 tonn denê hindî hatiye şandin.







