Em îro ji her demê bêtir serbixwe ne: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye ku Ermenîstan îro li gorî sala 2018 a welatekî bi temamî cuda ye. Derheqa wê yekêda Paşînyan li parlamêntê elam kirîye.
“Îro em ji her demê bêtir serbixwene, ji her demê bêtir serwêrin, ji her demê bêtir dewletin, ji her demê bêtir dêmokratîkin, ji her demê bêtir pêşketî, ji her demê bêtir aram, ji her demê bêtir dewlemend, ji her demê bêtir ewle ne”,-Paşînyan gotîye.
Paşînyan her wiha bal kişandîye ser meylên erênî yên di nîşaneyên dêmografîk de û bal kişandîye ser zêdebûna temenê navînî yê jîyanê.
Paşînyan gotîye:”Bila ez tiştekî din bêjim, em ji her demê dirêjtir dijîn, ji ber ku li gorî encamên sala 2024 a, temenê navînî yê jîyanê li Komara Ermenîstanê 78,6 e, ku ev reqemeke bilind e û bi qasî ku ez fêm dikim, heta li gorî serdema Yekîtîya Sovyêtê jî”.
Serokwezîr her wiha bal kişandîye ser pêşketinên herêmî û girîngîya faktora aşîtîyê ji bo pêşeroja Ermenîstanê tekez kirîye. Li gorî wî, bi saya pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, pêrspêktîvên welêt bêtir pêşbînîkirî bûne.
Serokwezîr destnîşan kirîye: “Îro, pêrspêktîvên dewleta me ji her demê bêtir piştrast in û ev yek di serî de bi saya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ye, ku 8 ê tebaxa sala 2025 a li paytexta Dewletên Yekbûyî, Waşîgtonê bi piştgirîya serok Donald Trump hatîye damezrandin”.
Li gorî Paşînyan, Ermenîstan di pêşeroja nêzîk de bi bûyerên girîng re rû bi rû ye, di nav de di çarçoveya pêşxistina ragîhandinên herêmî û pêvajoyên avakirina aşîtîyê de. “Di pêşeroja nêzîk de bûyerên mezin û dîrokî li benda me ne”.
Paşînyan axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Cîhbicîhkirina projeya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî”, ku wê di dawîyê de Ermenîstanê ji dorpêça nêzîkî 30 salan derxîne û bê guman, îmzekirin û pejirandina peymana aşîtîyê û têkilîyên navdewletî yên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de, ku wê pêvajoya bêtir ya ji holêrakirina dijminatîyê di navbera dewlet û gelên me de mîsoger bike”.







