H’emû nûçeSereke

Mîsyoneke Yekîtîya Avropayêye duyemîn wê li Ermenîstanê hebe

Balyozên Yekîtîya Avropayêye li Bryûsêlê biryara şandina mîsyoneke sîvîl ya nû bo Ermenîstanê pesend kirine û rê li ber pesendkirina dawî vekirîye, ku tê payîn ku di civîna wezîrên karên der yên Yekîtîya Avropayê ya hevtîya bê pêk bê.

Komîsarê bilind yê kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê yê Yekîtîya Avropayê pêşnîyarek li ser erk, avahî û dema mîsyonê wergirtîye. Li gorî belgeyê, divê mîsyon bi dayîna şîret û piştgirîya stratêjîk û opêrasîyonel ji bo wezîret û ajansên ewlehîyê berxwedana Ermenîstanê li hember gefên hîbrîd qewîn bike.

Ev şêwirmendî wê li ser pêşxistina polîtîkayê, tespîtkirin û bersivdayîna manîpûlekirina agahîyên derveyî, êrîşên sîber û herikîna darayî ya neqanûnî bisekinin. Mîsyon wê her weha binirxîne ka çi hewce ye ji bo pêşxistina şîyanên ewlehîyê yên Ermenîstanê da ku bi bandortir gefên hîbrîd tespît bike û bersivê bide wan, li gorî rêbaz û standardên Yekîtîya Avropayê.

Berî wê, belgeyekê de ku pêwîstîya mîsyonê rewa dikir, wezîreta Yekîtîya Avropayêye karên der dîyar kiribû ku hilbijartinên Ermenîstanêye parlamêntîyê yên di meha hezîranê de, hilbijartinên herêmî yên piştî wê û her weha rêfêrandûma destûrî ya muhtemel, ne tenê ji bo welêt, lê di heman demê de ji bo aramîya navxweyî û aşîtîya herêmî jî cêribandineke girîng in.

Beriya çend salan, Bekûyê biryara bicîhkirina çavdêrên bêçek yên avropî li ser sînorê xwe yê bi Ermenîstanê re rexne kirîye û di dawîyê de karibûye peymana aşîtîyê ya bi Ermenistanê re bi eşkere destnîşan bike ku tu hêzên welatên sêyemîn li ser sînorê hevbeş nayên bicîhkirin. Niha, bi şandina mîsyonek nû bo Ermenîstanê, Bryûsêl tekez dike ku armanca wê “kêmkirin û bêbandorkirina kiryarên bêîstîqirar yên Rûsyayê” ye.

Bi awayê, di derbarê xetereyên muhtemel de, belgeyê ji bilî pêşketinên sîyasî yên navxweyî yên li Ermenîstanê, zextên aborî yên derveyî û manîpûlekirina agahîyan, şerê li dijî Îranê jî destnîşan kirîye û bi hûrgilî gotîye: “Yek ji du sînorên vekirî yên Ermenîstanê bi Îranê re ye û ji bo ragîhandin û korîdora veguhastin û bazirganîyê ya bakûr-başûr ya Ermenîstanê girîngîyek sereke heye”.

“Ev rageşî dikare bandora Rûsyayê li ser aborîya Ermenîstanê û pêdivîyên ênêrjîyê bêtir zêde bike û di dema hilbijartinan de bê bikaranîn” û her wiha tê gotin ku xetereyên herikîna koçberîyê, sûcên rêxistinkirî, yan çalakîyên din yên neqanûnî jî hene.

Tê payîn ku ya nû ya koma Yekîtîya Avropayê du salan li Ermenîstanê bimîne, wê 20-30 karmendên navneteweyî hebin û wê bi navê “Mîsyona hevkarîya Yekîtîya Avropayê” bixebite. Tê destnîşankirin ku ew ê ji bo welatên sêyemîn jî vekirî be dema ku Bryûsêl  wî alî de bi wan re lihevkirinekê bike.

Belgeya ku hatîye qebûlkirin dibêje:”Bêyî ku zirarê bide xweserîya biryardanê ya Yekîtîya Avropayê û pêkanîna wê ya yekgirtî, welatên sêyemîn dikarin beşdarî mîsyonê bibin, bi şertê ku ew lêçûnên pêrsonalên ku dişînin bidin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button