Balafirgehên Ermenîstanê sala 2025 a xizmet dane nêzîkî 5.7 mîlyon rêwîya

Balafirgehên Ermenîstanê sala 2025 a nêzîkî 5.7 mîlyon rêwî xizmet kirine, ku ev rêje li gorî sala borî bi 7.5 selefî zêde bûye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan, dema axaftina xweye li parlamêntê ragîhandîye.
Wezîr destnîşan kirîye ku “Ji 5.7 mîlyon rêwîyên ku hatine destnîşan kirin, 1.3 mîlyon ji alîyê balafirên Ermenîstanê ve hatine xizmet kirin”.
Wek beşek ji bernameya piştgirîyê ya hukumetê, ji cotmeha sala 2025 a, yek ji mezintirîn balafirên arzan yên Yekîtîya Avropayê Wizz Air, li balafirgeha Yêrêvanê ye.
Par, 48 hevaltîyên hewayî seferên birêkûpêk bo 67 cîhan pêk anîne. “Tenê par, sefer bo 10 cîhên nû hatine destpêkirin, di nav wan de ji balafirgeha “Şîrak” ê ya Gumirîyê ber bi Larnakayê ve. Bê guman, em plan dikin ku erdnîgarîya seferan, di nav de ji Gumirîyê jî, zêde bikin”.







