SerekeSîyasî

Di doza Gulistan Dokûyê de qonaxeke dîrokî: cara yekem kesek hatîye girtin

Di doza xwendikara zanîngehê Gulistan Dokûyê de qonaxeke nû û dîrokî dest pê kirîye.

Ji 5 ê kanûna paşin ya sala 2020 î ve tu agahî ji Gulistan Dokûyê nayê wergirtin.

Polîsê ku ji kar hatîye avîtin Gyoxan Êrtok li Enqerê hatibû desteserkirin û ew biribûn Dêrsimê.

Gyoxan Êrtok di çarçoveya lêpirsîna ku bi gumana “kuştinê” tê birêvebirin  hatîye girtin.

Xwendikara zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû nêzîkî 6 sal in wenda ye.

Dosyeya wê di bin ronahîya delîl û şahidîyên nû de ji nû ve hatîye vekirin.

Tîmeke taybet hatîye avakirin

Serdozgera Komarê ya Dêrsimê Êbrû Cansûya ku bi biryarnameya desteya dadwer û dozgeran  hatibû tayînkirin ferman daye û bêdengîya li ser lêpirsînê xera kirîye.

Serdozger Êbrû Cansûyê xwestîye ku ji bo dosyeyê tîmeke taybet bê avakirin.

Piştî vê daxwazê, bi gumana kuştinê biryara desteserkirinê ji bo 13 kesan hatîye dayîn.

Li 7 bajaran di heman demê de opêrasîyon hatine kirin.

Di encama opêrasîyonan de 13 şikdar hatine desteserkirin.

Hevalê Gulistan Dokûyê  wê demê Zaînal Abarakov û kurê parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tûncay Sonêl jî di nav wan 13 kesan de nin.

Di dosyeyê de girtina yekem

Yek ji wan kesên desteserkirî polîs Gyoxan Êrtok bû ku berê ji rêxistina ewlehîyê hatibû avîtin.

Ew ji Enqereyê veguhastin Dêrsimê û lêpirsîna wî hatîye kirin.

Êrtok piştî îfadeya xwe ya dozgerîyê bi gumana “kuştina biqesdî” sewqî dadgehê hatîye kirin.

Dadgehê biryara girtina wî daye û ew şandine girtîgehê.

Ev biryar, di dosyaya Gulistan Dokûyê de wek yekem girtina ku bi salan dihat çaverêkirin derbazî qeydan bûye.

Lêgerîna edaletê ya malbatê didome

Malbat û parêzerên Gulistan Dokûyê bi salan e ji bo ku dosye neyê girtin têkoşîneke hiqûqî ya mezin didin.

Berê tohmetên li ser Zaînal Abarakov û derdora wî bêencam mabûn û vê yekê di nav raya giştî de bertek çêkiribûn.

Li gel vê bipêşketinê, hatîye ragîhandin ku kar û barên 12 gumanbarên din yên desteserkirî yên li dadgehê didomin û wê lêpirsîn bê kûrkirin.

Gulistan Dokû  sibeha 5 ê kanûna paşin ya  sala 2020 î ji şevîmana ku lê dima derketibû.

Piştî wê rojê careke din tu agahî jê nehatibû wergirtin.

Demeke dirêj li gola bendavê û derdora wê lêgerîn hatibûn kirin lê tu encam nehatibû bidestxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button