H’emû nûçeSereke
Dibe ku geştên raste-rast di navbera Ermenîstanê û Ûzbêkîstanê de dest pê bikin

Balafirgehên Ûzbêkîstanê ragîhandine dibe ku geştên birêkûpêk di navbera Taşkendê û Yêrêvanê de ji bo cara yekem piştî deh salan gulana sala 2026 a de dest pê bikin.
Tê plankirin ku geştên hewayî hevtê carekê, bi balafirên Boeing 737 bên kirin.
Vekirina rya nû têkilîyên geştîyarîyê û karsazîyê di navbera Ermenîstanê û Ûzbêkîstanê de qewîn bike. Berê, rêwîyên li ser vê rêyê neçar bûn ku geştên tranzît li Moskvayê, Stembolê û Tibîlîsîyê destpê bikin.
Rê wê ji alîyê hewayî ya Ermenîstanê “Şîrak Avîa” ê ve bê xizmet kirin, ku li balafirgeha navneteweyî ya “Zvartnos” ye.







