H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê daneyên li ser qebareya hawirdekirina ji Adirbêcanê û ji wê derê weşandîye

Xizmeta gumrikê ya komîtêya dahata dewletê ya Ermenîstanê û wezîreta aborîyê daneyên li ser çend kelûpelan ji Rûsyaye û Qazaxistanê bi rêya axa Adirbêcanê ji Ermenîstanê re hatine hawirdekirin, ji mijdara sala 2025 a heta 15 ê nîsana sala 2026 a weşandine.Nîşaneyên hawirdekirina ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê bi rêya axa Gurcistanê jî hatine weşandin.

Di bersiva lêpirsîna “Armenpress”ê, komîtêya dahata dewletê û wezîreta aborîyê ya Komara Ermenîstanê ragîhandine ku 26 295 tonn kelûpel ji Rûsyayê û Qazaxistanê bi rêya axa Adirbêcanê û 9 337 tonn sotemenî ji Adirbêcanê anîne Ermenîstanê û tekez kirine ku encamên hevkarîya herêmî û avakirina aşîtîyê ji xwe berbiçev in, ku derfetên nû ji bo pêşkeftina aborî diefirînin.

Li gorî daneyên sêrvîsa gumrikê ya komîtêya dahatên dewletê, kelûpel cara yekem  6 ê mijdara sala 2025 a de bi rêya trênê di nav axa Komara Adirbêcanê re derbazî Komara Ermenistanê bûne.

“24 865 tonn genim, 1 362 tone gubre û 68 tonn genimê hindî ji Rûsyayê û Qazaxistanê hatine hawirdekirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button