H’emû nûçeSereke

Serokwezîr Paşînyan cîgirê serokê NVIDIA ê û serokên Integra Technologies û Service Titan ê qebûl kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan cîgirê serokê NVIDIA ê Rêv Lêbarêdyan, serokê lijneya rêvebirên Integra Technologies Zavên Akîanî û serokê Service Titan ê Vahê Kûzoyan qebûl kirîye.

Wek ku ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê  elamî “Armenpress” ê  kirine,hevdîtinê de mijarên têkildarî çalakîyên hevaltîyên jorîn li Ermenîstanê, bernameyên heyî û projeyên pêşerojê hatine niqaşkirin. Serokên hevaltîyên têknolojîyê tekez kirine ku hukumeta Komara Ermenîstanê şert û mercên pêwîst efirandine, di encamê de ew bi serkeftî li welêt dixebitin û dixwazin wê berfireh bikin.

Serokwezîr destpêşxerîya ji bo pêkanîna bernameyên nû pêşwazî kirîye û girîngîya hevkarîyê tekez kirîye.

Heman demê de hatîye tekez kirin ku projeya avakirina kargehekê û navenda daneyan ya îstîxbarata sûnî li Ermenîstanê ji hêla hevaltîya Firebird ve bi serkeftî tê bicîhanîn.Hevdîtinê de, li ser têkilîyên Ermenîstan-dîyasporayê, pêşxistina hevkarîya Ermenîstan-Amêrîkayê û her weha derfetên kişandina veberhênanên nû raman hatine parvekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button