H’emû nûçeSereke

Adirbêcan rê li ber normalîzasîyakirina têkilîyên Tirkîyayê û Ermenîstanê digire:Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li ser sedemên venekirina sînorê bejahî yê Ermenîstan-Tirkîyayê axivîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, di hevdîtina bi nûnerên çapemenîya ermenîye li Stembolê, Sîmonyan li ser pirsa çima sînor venabe axivîye.

Sîmonyan gotîye: “Bê guman, ez nikarim bêjim çi hêvî bikim. Di destpêkê de, hatîye gotin ku heger pirsgirêka Qerabaxê çareser nebe, sînor nayê vekirin. Piştre wana ragîhandine ku pirsgirêka Qerabaxê çareser bûye. Piştî vê yekê, peymana aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê hatîye raber kirin. Me li ser wê peymanê danûstandin kirîye ew pêvajoyeke tevlîhev û dirêj bûye, lê em li ser 17 xalan gihîştin rêkeftinekê, em ji bo îmzekirinê civîyan, me dest dan hev, lê dîsa jî pêvajo temam nebûye”.

Sîmonyan her wiha behsa rola Adirbêcanê di vê pêvajoyê de kirîye.

Serokê parlamênta Ermenîstanê destnîşan kirîye: “Ez dikarim bêjim ku Adirbêcan, bi rêya lobî û bandora xwe, di vê gavê de astengîyê li pêvajoyê dike, ji ber ku ji alîyekî ve bi me re danûstandinan dike û ji alîyê din ve jî nahêle ku Tirkîya bi me re danûstandinan bike. Ev rewşeke ecêb e. Xuya ye ku Tirkîya bûye dîlê van têkilîyan”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button