
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de dest pê kirîye dema ku rayedarên Ermenîstanê têgeha sîyaseta der ya hevseng qebûl kirine.
Li gorî ragîhandina «Armenpress» ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda dema ku bernameya pêşhilbijartinê ya partîya «Peymana Sivîl» ya desthilatdar raber kirîye, gotîye.
Serokwezîr pêşîyê xala li ser sîyaseteke der ya hevseng ya ku di bernameya pêşhilbijartinê de cîh girtîye xwendîye.
“Sîyaseta der ya hevseng bandora xwe nîşan daye, ku rê daye me ku em jîngeha der ya Komara Ermenîstanê aram bikin. Divê sîyaseteke der ya hevseng wek stratêjîyek bê pejirandin, armanca wê ya sereke nehiştina nehevsengîyê di têkilîyên der yan jî hebûna amûrek ji bo nehevsengîyê be”.
Herêmîbûn di sîyaseteke de ya hevseng û ji nû ve hevsengkirî de roleke sereke dilîze, armanca wê ya sereke ew e ku ne tenê gengaz be, lê di heman demê de ji bo Komara Ermenîstanê rehet be ku di hawîrdora xwe de bêyî piştgirîya der bijî. Di vê wateyê de, pêşxistina têkilîyên bi Gurcistanê, Komara Îranêye Îslamî, Komara Tirkîyayê û Komara Adirbêcanê re pir girîng e û partî wê vê rêyê bişopîne.
Di vê çarçoveyê de, vekirina tevahî ya binesazîya veguhastinê ya herêmê, tevî pêkanîna projeya TRIPP û xebitandina rîya hesin ya Gumirî-Qersê, ne tenê wê aşîtîyê û hevkarîyê li herêmê hewîntir bike, lê di heman demê de wê wê veguhêrîne navendeke girîng ya girêdana rojhilat-rojavayê û bakûr-başûr, xaçerêya aşîtîyê.
Di heyama borî de, Komara Ermenîstanê bi Dewletên Yekbûyî, Gurcistanê, Holandayê, Çînistanê, Padişatîya Yekbûyî, Qazaxistanê, Yekîtîya Avropayê, Almanyayê û Lyûksêmbûrgê re hevkarî yan dîyalog yan jî ajendayên stratêjîk danîye. Di heman demê de, têkilîyên bi Fêdêrasîyona Rûsyayê re di qonaxa veguherîneke avakar de ne. Ermenîstan wê bi Fêdêrasîyona Rûsyayê re têkilîyên avakar yên sûdmend û hevbeş pêş bixe.
Paşê serokwezîr bi bîr xistîye ku heta demek berê Ermenîstanê bi Erebistana Siûdîyêra û Pakîstanê re têkilîyên dîplomatîk tunebûn. “Û me bi van welatan re têkilîyên dîplomatîk danîn û li gorî vê yekê, ev xala bernameya berî hilbijartinê berî her tiştî bandora sîyaseteke der ya hevseng tomar dike. Û divê bê tomar kirin ku aşîtî, bi gelemperî, ji kêlîya pejirandina têgeha sîyaseteke der ya hevseng dest pê kirîye, dema ku me ji pêrspêktîveke cuda li xwe, herêma xwe û cîhanê nihêrî û nihêrîna xwe ji wê pêrspêktîva cuda encamên berbiçev anîye”,- serokwezîrê Ermenistanê destnîşan kirîye.
“Û di rastîyê de çi qewimî û çi diqewime? Tiştê ku bi rastî qewimî ev e ku di têkilîyên me yên bi Adirbêcanê û Tirkîyayê re, me her gav bi rêya welatên sêyemîn tevgerîyaye, ango me ji 90 selefî yan jî zêdetir daxuyanî û rojevên xwe bi rêya welatên sêyemîn niqaş kirîye. Û me çi tomar kiriye? Me tiştek pir hêsan tomar kirîye ku bingehên wê yên obyêktîv û sûbyêktîv hene. Dema ku hûn bi kesekî re bi rêya alîyekî sêyemîn re têkilî daynin, hûn qet nikarin piştrast bin ku alîyê sêyemîn peyamên we bi rêkûpêk ji wergir re dişîne û dema ku peyamên xwe dişîne, ew jî bi rêkûpêk tevdigere, ji ber ku dibe ku alîyê sêyemîn ramanên xwe, berjewendîyên xwe, têgihîştinên xwe hebin û em qet nizanin berjewendîyên alîyê sêyemîn çi ne”.
Û ev guhertina di pratîkên me de ye ku hin kesan dide sedemek yan jî ew wê bikar tînin da ku me yan min bi alîgirê Tirkîyayê yan alîgirê Adirbêcanê tawanbar bikin, ji ber ku pratîkên me bi dehsalan ev bûn ku heke tiştek me hebe ku em ji Tirkîyayê yan Adirbêcanê re bêjin, divê em ji bo ku peyama xwe bigihînin ku derê têlefon bikin? Û me danûstandina raste-rast tercîh kirîye, tercîh kirîye û em ê tercîh bikin, bê guman, tevlêbûna welatên sêyemîn jî neqedîne. Rojev hene ku tê de tevlêbûna welatên sêyemîn pêwîst e, mecbûrî ye, ji ber ku ew jixwe rojevek hevpar e, lê di têkiliyên dualî de divê em danûstandinê çalak bihêlin, û her weha bi saya vê têgihîştinê ye ku îro aşîtî heye”,- serokwezîrê Ermenîstanê bi berfirehî gotîye.







