
Sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan îro li Yûnanistanê beşdarî “Forûma aborî ya “Dêlfî” ê bûye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê derbarê vê yekê de daxuyanî weşandîye.
Çarçoveya forûmê de, Armên Grîgoryan bi şêwirmendê ewlekarîya neteweyî yê serokwezîrê Komara Yûnanistanê Tanos Dokosî, alîkarê serokkomarê Komara Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv û şêwirmendê ewlekarîya neteweyî yê serokkomarê Komara Moldovayê Stanîslav Sêkrîêrû re beşdarî panêla bi sernavê “Xetên dabeşkirinê yên stratêjîk: rêvebirîya nakokîyan û avakirina berxwedanê li cînarên Rojhilatê yên Avropayê” bûye.







