
Xwedîyê mêdala olîmpîyadêye bironz, çêmpîyonê gelek caran yê cîhanê û Avropayê Malxas Amoyan bû çêmpîyonê Avropayêye 5 cara.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, fînala katêgorîya giranîya 77 kîlogiramê ya çêmpîyonata Avropayê ku li paytexta Albanyayê-Tîranayê pêk tê, Amoyan bi Ramaz Zoîdzê gurc re pêşbirk kirîye û bi 1:1 qal bi dest xistîye (serkeftin ji Amoyan re hatîye dayîn, ku qala yekem bi dest xistîye).
Malxas Amoyan karîyêra xwe de cara 5 emîn dibe çêmpîyonê Avropayê.







