H’emû nûçeSereke

Me biryar daye ku her sal here kêm 2 konsêrtên steyrkên cîhanî li Ermenîstanê li dar bixin

Hukumeta Ermenîstanê biryar daye ku her sal here kêm du konsertên asta cîhanî li Ermenîstanê li dar bixin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, dema ku bernameya hilbijartinê ya partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar raber kirîye, gotîye.

Paşînyan gotîye: “Hûn skandala mezin ya têkildarî konserta Snûp Dog bi bîr tînin. Baş bû ku em domdar bûn, hevaltîya ku di pêşbirka organîzasîyakirina konsêrta Snûp Dog de bi ser ket jî domdar bû û di encamê de me bûyereke pir girîng bi dest xist-konsêrta Cênîfêr Lopês li stadyona Yêrêvanêye Komarê. Û niha me ev biryar daye: her sal em ê ji byûcêya dewletê li ser bingeheke pêşbazîyê fondê veqetînin da ku herî kêm du konsêrtên steyrkên cîhanî li Ermenîstanê organîze bikin”.

Ez dixwazim vê yekê bêjim: hemû hesabên me nîşan didin ku dema em wî pereyî ji bo vê armancê veberhênan dikin, di encama xerckirina wî pereyî de, ewqas geştyar tên Ermenîstanê û ewqas pere xerc dikin ku Ermenîstan wî pereyî bi tevahî vedigerîne. Hin ji wan raste-rast diçin byûcêya dewletê, hin ji wan diçin karsazîyên biçûk û navîn yan jî bi gelemperî karsazîyên taksîyê. Em bi rastî vî pereyî ji bo welatîyên Ermenîstanê xerc dikin. Ji bilî vê yekê, wêneya Ermenîstanê bi vê yekê baştir dibe, ku ev jî herikîna geştyaran li derveyî van konsêran zêde dike û her weha bi vê yekê divê em hejmara geştyaran bigihînin 3 mîlyonî”,- Paşinyan destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button