SerekeSîyasî

Serok Barzanî: ez piştgirîya erk û rola girîng ya rojnamevanên Kurdistanê dikim

Serok Mesûd Barzanî bi boneya roja rojnamegerîya kurdî peyameke pîrozbahîyê weşandîye û tê de tekezî li ser piştevanîya xwe ya ji bo rojnamevanan kirîye, da ku berevanîyê li doza rewa ya gelê Kurdistanê bikin.

Serok Mesûd Barzanî 22 ê nîsanê, bi boneya 128 emîn salvegera derçûna yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê “Kurdistan” ku ji alîyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve hatibû weşandin, peyameke pîrozbahîyê belav kirîye. Serok Barzanî di heman demê de salvegera damezrandina sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê jî pîroz kirîye.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişandîye ser erkê girîng a xebatkarên ragîhandinê û gotîye: “Ez piştgirîya erk û rola girîng ya rojnamevanên Kurdistanê dikim ji bo berevanîkirina li doza rewa ya gelê me”.

Di beşeke din ya peyamê de, serok Barzanî destnîşan kirîye ku divê ragîhandin bibe amûrek bo geşepêdana civakê û gotîye: “Ez hêvîdar im ku rojnamevan di kûrkirina çanda aştîxwazî û pêkvejîyanê de û herwiha di parastina bihayên bilind yên civaka Kurdistanê de roleke çalak bigirin”.

Serok Barzanî di dawîya peyama xwe de, serkeftin ji bo hemû rojnamevan û endamên sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê xwastîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button