
Ofîsa Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê ya ji bo sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan biryara şandina mîsyoneke çavdêrîyê bo Ermenîstanê ji bo çevdêrîya hilbijartinên parlamentîyê yên 7 ê hezîrana sala 2019 a piştrast kirîye. Mîsyon li ser vexwendina rayedarên Ermenîstanê hatîye damezrandin û li ser bingeha encamên nirxandina pêdivîyên berîya hilbijartinê ye.
Tîma sereke ya mîsyonê ji 13 pisporan wê li Yêrêvanê bi serokatîya Yan Lênarçîç be. Sî çavdêrên demdirêj wê ji 1 ê gulanê li seranserê welêt bên bicîhkirin. Nivîsgeha sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan wê her wiha 250 çavdêrên demkurt bişîne, ku wê çend roj berîya hilbijartinan bên Ermenîstanê. Tîma sereke ya pispor û çavdêrên demdirêj ji nûnerên 28 dewletên beşdar yên Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê pêk tê.
Şande wê hemû pêvajoyên sereke yên hilbijartinê, di nav de kampanya berî hilbijartinê (di nav de li ser medyaya civakî), fînansekirina kampanyayê, rêveberîya hilbijartinê li ser astên neteweyî, herêmî û civakî, çarçoveya qanûnî, mêxanîzmên sazûmanî yên ku ji hêla rayedaran ve ji bo tesbîtkirina dêzînformasîyonê hatine danîn, nûçeyên medyayê û pêvajoya çareserkirina nakokîyên hilbijartinê ji nêz ve bişopîne. Çavdêr wê her weha pêşketina di bicîhanîna pêşnîyarên berê yên nivîsgeha sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan de binirxînin.
Nêzîkî du hefte berî hilbijartinan, nivîsgeha sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan wê raporeke navberî belav bike da ku raya giştî û medyayê li ser çalakîyên mîsyona çavdêrîyê agahdar bike. Dîtin û encamên pêşîn yên mîsyonê wê roja piştî hilbijartinan di civîneke çapemenîyê ya hevbeş de bên raber kirin. Rapora dawî, ku wê nirxandineke berfireh û pêşnîyarên ji bo baştirkirina pêvajoyê peyda bike, wê di nav çend mehan de piştî hilbijartinan bê weşandin.
Nivîsgeha sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan li seranserê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê herêma yê mîsyonên çavdêrîya hilbijartinan pêk tîne. Ev mîsyonên çavdêrîyê dinirxînin ka di dema kampanyayê de çiqas azadîyên bingehîn têne rêzgirtin û gelo wekhevî, tevlêbûn, pirrengîya sîyasî, bawerî, şefafî û hesabdayîn têne mîsogerkirin.Fermana nivîsgeha sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan ya ji bo çavdêrîya hilbijartinan li ser belgeyeke ku di civîna Kopênhagênê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê ya sala 1990 a de hatîye pejirandin. 30 salan zêdetir ji damezrandina ofîsê, nivîsgeha sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan 470 mîsyonan zêdetir şandîye.







