H’emû nûçeSereke

Derheqa xelata fîlma “Zayêd” ku  Nîkol Paşînyan wergirtîye,bi  xelata Webby Awards ê  hatîye wergirtn /vîdyo/

Belgefîlma li ser xelata “Zayêd” ji bo biratîya mirovan du xelatên Webby Awards ê  wergirtîye, him xelata sereke û him jî katêgorîya belgefîlma here baş bi dest xistîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda The National ê ragîhandîye.

Fîlma pirbeşî Heartbeat of Humanity ji alîyê akadêmîya navneteweyî ya huner û zanistên dîjîtal ve xelata mezin wergirtîye û projeyê di encama  4 mîlyon dengan zêdetir namzedîya belgefîlma here baş wergirtîye.

Xelatên serketî wê 11 ê gulanê li Nyû Yorkê  bên dayîn. Fîlma “The Heartbeat of Humanity” çîroka xelata  «Zayêd” ji bo biratîya mirovan û xwedîyên wê, di nav de serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Pashinyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham  Elîyêv, vedibêje.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv  4 ê sibatê xelata “Zayêd” ya biratîya mirovan ya sala  2026 a wergirtin, ji bo hewildanên wan yên domdar ji bo pêşvebirina rojeva avakirina aşîtî, hevkarîyê û aramîyê li herêmê di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button