SerekeSîyasî

Ermenîstan û Adirbêcan li ser mijara vegera ermenîya û azêrîya niqaş nakin:Paşînyan

Hukumetên Ermenîstanê û Adirbêcanê li ser mijara vegera hevbeş ya ermenîya û adirbêcanîyên koçberbûyî nîqaş nakin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Paşînyan di brîfîngêke de piştî civîna hukumeta Ermenîtstanê ragîhandîye.

“Me li ser mijara vegera azêrîya ne nîqaş kiriye û ne jî li ser mijara vegera ermenîyên Qerebaxê, ermenîyên Bekûyê, yan jî mijara vegera ermenîyên ji devarên din niqaş nakin. Niqaşên di her du alîyan de bandoreke provokatîf li ser rewşa sîyasî ya heyî dikin û hevdu germ dikin”,- Paşînyan gotîye.

Serokwezîr zêde kirîye ku her du mijar jî ji hêla heman hêzan ve di rojeva siyasî de germ têne girtin.

Nikol Paşînyan, behsa serokê partîya “Ermenîstana bi hêz” karsaz Samvêl Karapetyan kirîye û gotîye: “Ew di destpêkê de dest bi zêdekirina mijarekê dikin, bandora wê têrê nake, ew mijareke din zêde dikin. Ev spekulasîyoneke sîyasî ya erzan e, ne tiştekî din. Mînak, ez piştrast im ku olîgarxê ji Kalugayê fêm nake ka çi diaxive, ew talîmatê distîne, ew dibêje”.

Rojên dawî de, nûnerên partîya “Ermenîstana bi hêz” îdîa dikin ku “Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan soz daye alîyê Adirbêcanê ku vegera 300 000  azêryan bo Komara Ermenîstanê mîsoger bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button