SerekeSîyasî

Xebata Nîkol Paşînyan li Ermenîstanê salên dawî de pir balkêş e: serokkomarê Fransîyayê

Serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron panêla çarçoveya 8 emîn ya civîna civaka sîyasî ya Avropayê ku li Yêrêvanê tê lidarxistin, sîyaseta ku serokwezîr Nîkol Paşînyan dimeşîne bilind qîmet kirîye.

“Ez difikirim ku xebata Nîkol Paşinyan li Ermenîstanê salên dawî de pir balkêş e.Hyeşt sal berê, kes nedihat vir.Û rastîya ku îro ewqas serdan ji bo welatê we têne kirin nîşanek baş e”,- li gorî ragîhandina “Armenpress” ê ewî gotîye.

Bi gotina Makron,berê gelek welata  Ermenîstan bi awayeke cuda dinhêrîn.

Serokê Fransîyayê destnîşan kirîye:”Heyşt sal berê, gelek welatan ku li dora vê sivirê ev welat wek peykek rastîn ya Rûsyayê didîtin. Nîkol Paşînyan şorişa qedîfe organîze kir û biryar da ku welatê xwe ji Rûsyayê biparêze. Û ji ber vê yekê, rastî wan êrîşa  tê”.

Ewî her wiha bal kişandîye ser bijartina Avropayê. “Ew rastîya ku Ermenistanê biryarek li ser cîhan û Avropayê daye, nîşaneke pir qewîne”,-Makron gotîye.

Serokkomarê Fransîyayê her wiha gotîye ku şerê berxwedana Ûkraînayê, stratêjîya Ermenîstanê û gavên ku li Moldovayê têne avîtin delîlên rêça giştî ya welatên avropî ne.

“Nava çend salên borî de, me avropîya biryar da ku em alarma kolêktîv bidin û xwe nespêrin tu hêzeke mezin. Û ev jî yek ji pêşşertên girîng yên xweserîya stratêjîk e”,- wî tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button